image

PeyamaKurd- Wezareta Karên Diyanetê ya Herêma Kurdistanê,serokê daîra karên Êzîdiya Xeyrî Bozanî ragihand ku Baba Şêx ê endamê meclisa rûhanî ya Êzîdiyan koça dawî kiriye. Baba Şêxê 87 salî çendeyek berê nexweş ketibû û di nexweşxanê de bû. Bozanî li ser wefata Baba Şêx weha got:

“Wefata Baba Şêx wê di sîstema meclisa rûhanî ya Êzîdiyan de û di sîstema baweriyê de valafiyeka mezin çêbike.”

Baba Şêx demeke dirêje ku ji gurçikên xwe nexweş bû û li nexweşxanê bû. Piştî nexweşîna xwe, bi sedema nexweşîna wî giran bû, Baba Şêx ji Duhokê biribûn nexweşxaneya Serdemê ya li Hewlêrê. Baba Şêx li Hewlerê wefat kir.

Baba Şêx (Şêx Xirto Hacî Îsmaîl) yek ji 5 endanên meclisa rûhanî ya êzîdiyan bû ku xizmetekî zêde di rizgarkirina keç û jinên Êzîdî de yên ku ji aliyê DEAŞ ê de hatibûn revandin kiribû û hem piştî rizgarkirina wan bo jiyana xwe dewam bikin biryarên olî dabû.