image

PeyamaKurd - Serokê tevgera Esayîb Ehlî Heq a iraqî Qeys Xezelî ragihand ku zanyariyên wan hene Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dixwaze vê havînê êrîşekê bi ser Şingalê bike û ew jî amade ne ku li dijî artêşa Tirkiyê çekên xwe rakin.

Qeys Xezelî di peyameke xwe de gotiye, Tirkiye hewldide Şingal, Telefer, deşta Neynewa û beşek ji parêzgeha Kerkûkê dagir bike û dixwaze hêza Tirkiyê li van navçeyan bisepîne ku beriya niha ji aliyê Osmaniyan ve hatibûn dagirkirin.

Qeys Xezelî diyar kir ku haya wan ji vê plana serokomarê Tirkiyê heye ku wê vê havînê êrîşî Şingalê bikin, di heman demê de jî ew amade ne li dijî vê hewla dagirkeriyê ya Tirkiyê çekan rakin.

Xezelî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî kir ku sîstema berevaniya esmanî xurt bike da ku bikarin rûbirûyî êrîşên Tirkiyê bibin û got, Iraq dikare wê sîstemê ji Amerîkayê jî bikire da ku serweriya Iraqê pê biparêze.