image

PeyamaKurd – Tirs û metirsiya Covid 19ê li seranser cîhanê dewam dike û herî dawî li Koreya Başur virus ket canê leşekrekî amerîkî. Dezgeha tenduristiya cîhanî (WHO) bang li dewletan kir ku li dijî belavbûna vCovid-19ê amadekariyên xwe bikin.

Vîrusa Koronaya Nû (Covid-19) heya niha zêdetirî li 30 welatan hatiye dîtin. Li gor daneyên WHOyê, Covid-19 heya niha ketiye canê zêdetir ji 77 hezar kesan û pirtir ji 2 hezar 600 kes kuştine.

'Rayedarên dewletan divê li dijî belavbûna vîrusê bi awayekî baş tevbigerin'

Serokê Koma Covid-19ê li WHOyê Bruce Aylward, diyar dike ku rayedarên dewletan divê li dijî belavbûna vîrusê bi awayekî baş tevbigerin.

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine derket 2 hezar û 717an.

Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê hejmar kesên ku vîrus ketiya canê wan derket 85an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev hejmar wek 10 kesan hat eşkerekirin.

Li Herêma Kurdistanê tevdîrên pêwîst hatine wergirtin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber Covid-19ê wekî tevdîîr li tevahiya dibistanan proseya xwendinê raswestandiye. Kabîneya Herêma Kurdistanê du roj berê (25.02.2020) bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzaniyî civîna xwe ya heftana saz kiribû û di civînê de tevdîrênn li hemberî belavbûna wê virusê hatibûn nîqaşkirin.

Li gorî van tevdîran wê ji 26ê Sibata 2020ê heta 10ê Adara 2020ê tevahiya dibistanan û zanîngeha proseya xwendinê werin rawestandin. Piştre 11ê Adarê betlanaya biharê destpê bike û 23ê Adara 2020ê berdewam dike. Proseya xwendinê dê 24ê Adarê dîsa dest pê bike.

Geştên ji bajarên Herêma Kurdistanê bo bajarên Iraqê hatin sînordarkirin û geştyarên bêne Kurdistanê dê piştî pişkinîna bijîşkî derbasî herêmê bibin û herwiha kelûpelên bo Herêma Kurdistanê bêne hawirdekirin dê pişkinîna wan were kirin.

Virûs heya niha li van welatan hatiye dîtin

  • Japonya, Koreya Başûr, Îtalya, Sîngapur, Îran, Amerîka, Tayland, Awistralya, Malezya, Vîetnam, Almanya, Brîtanya, Îmaratên Erebî, Fransa, Kanada, Hîndistan, Filipîn, Kiwêt,  Spanya, Rûsya, Îsraîl, Umman, Bahreyn, Nepal, Srî Lanka, Kamboçya, Belçîka, Swêd, Fînlandiya, Misir, Libnan û Efxanistan.