image

PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiya Cîhanê WHO) ragihand ku bandora vîrûsa korona li ser derûniya mirovan ji ya şerê cîhanê yê duyem zêdetir bûye.

Berpirsê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cihanê Tedros Adhanom Ghebreyesus da xuyakirin, vîrûsa korona ya ku veguheriye pandemiyê li ser civakê bandorekî giştî çêkiriye û got, wê pandemî ji bo salên dirêj yên pêş jî bandora xwe ya li ser derûniya mirovan bidomîne.

Ghebreyesus diyar kiriye ku piştî şerê cihanê yê duyem ji ber bandora xwe ya li ser jiyana mirovan hiştiye di aliyê derûnî de trawmanyek çêbibe û vîrûsê jî karîye bandorê li ser jiyana gelek kesan bike.

Heta niha li seranserê cihanê nêzî 120 milyon kes bi vîrusa korona ketine û ji wan 2 milyon û 600 hezar kes jî mirine.