image

PeyamaKurd - Serokê Rewşên Awarte yên Rêxistina Tenduristiya ya Cîhanê (WHO) Mike Ryan got, dibe ku heta derziya vîrusa korona bi giştî were bikaranîn vîrus 2 mîlyon kesan bikuje.

Ryan da zanîn ku ew dikarin bi tedbîrên wek paqijî, rûberk, mesafeya civakî, test û karantînê rê li ber zêdebûna mirinên ji vîrusa korona bigirin.

Ryan diyar kir, ‘’Eger em berfirehî û mezinbûna hevkarîya xwe pêşve nebin, ez ditirsim ku em bi hejmareke wisa re rû bi rû bimînin, belkî hejmareke hîn mezintir jî çêbe.’’

Mike Ryan ji bo Ewropayê jî bal kişand ser zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona û fikarên xwe anî ziman.

Li gorî amarên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li cîhanê bi qasî 33 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û zêdetirî 994 hezar kes mirine.