Bayraktar: Şirnex paytexta petrolê ye, hilberîna Gabarê zêde bûye

Bayraktar: Şirnex paytexta petrolê ye, hilberîna Gabarê zêde bûye

PeyamaKurd- Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alpaslan Bayraktar îro 11ê Nîsanê li Çiyayê Gabarê çû cihê kêlgehên hilberîna petrolê.

Bayraktar li Çiyayê Gabarê ji rojnamevanan re axivî û got, li Çiyayê Gabarê yê bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê berhemanîna petrolê ya rojane 40 hezar bermîlan derbas kiriye.

Bayraktar herwiha da zanîn ku 40 hezar bermîl petrola tê hilberîn ya herî bi kalîte ye û got, li Colemêrg û Wanê jî xebatên vekirina bîran berdewam dikin.

Bayraktar bibîr xist, “Li tevahiya Tirkiyeyê hilberîna me ya petrolê ya rojane 100 hezar bermîl derbas kir. Şirnex êdî bi awayekî zelal bajarekî petrolê ye û paytexta petrolê ye.”