Bazirganiya Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re ji sedî 33 zêde bû

Bazirganiya Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re ji sedî 33 zêde bû

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hinardeya bazirganî ya Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re, di çaryeke pêşî ya îsal de, ji sedî 33,90 zêde bûye û gihîştiye 2 milyar û 731 milyon dolaran.

Li gorî daneyên Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê û Meclîsa Hinardekaran a Tirkiyê di çaryeka pêşî ya sala 2024an de, hinardeya herî zêde bi 2 milyar û 731milyon dolaran bi Iraq û Herêma Kurdistanê re pêk hatiye.

Di daneyên çaryeka yekem a 2024an de hatiye tomarkirin ku bazirganiya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re ji sedî 33,90 zêde bûye. Sala borî di heman heyamê de, hinardeya Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re 2 milyar û 39 milyon dolar bû.