Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di meha Remezanê de 300 hezar dolaran dabeş dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di meha Remezanê de 300 hezar dolaran dabeş dike

PeyamaKurd-  Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di çarçoveya çalakiyên xwe yên meha Remezanê de, li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê alîkariyên madî dide bi hezaran malbatên kêmderfet.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di meha Remezanê de projeyeke nû ji bo alîkarîya malbatên hejar û kêmderfet li Herêma Kurdistanê da destpêkirin.

BCF di çarçoveya vê projeyê de, alîkariya darayî dide bi hezaran malbatên Herêma Kurdistanê.

Berpirsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya şaxê Hewlêrê Stav Aso ragihand, hejmara giştî ya alîkariyên wan 300 hezar dolar e û li tevahiya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dê li ser bi hezaran malbatan were dabeşkirin.

Stav Aso da zanîn, pişka herî mezin a alîkariya darayî dê li Hewlêrê be û îro 7ê Nîsanê 200 malbat û sibe duşemê jî 250 malbatên din dê sûdê ji alîkariyanbistînin.