Hinardeya petrola Kurdistanê dawiya vê mehê dest pê dike: Rojane 350 hezar bermîl

Hinardeya petrola Kurdistanê dawiya vê mehê dest pê dike: Rojane 350 hezar bermîl

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Neftê yê Iraqê Basim Mihemed Xizeyr ragihand ku dawiya meha Nîsanê xebatên hinardekirina petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirktiyê bidawî dibin û wê rojane 350 hezar bermîl petrol bê şandin.

 Cîgirê Wezîrê Neftê yê Iraqê Basim Mihemed Xizeyr îro 8ê Nîsanê di civîneke rojnamevanî de eşkere kir, wê boriyên neftê yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dawiya vê mehê amede bibin.

“350 hezar bermîl petrol wê derbasî cîhanê bibe”

Basim Mihemed got, karên tamîrkirina boriyên neftê yên bendera Ceyhanê ên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de temam bûnê û di demek nêz de wê petrol derbasî Tirkiyê bibe.

Basim Mihemed da zanîn, wê rojane 350 hezar bermîl petrol bi rêya bendera Ceyhanê derbasî Tirkiye û cîhanê bê kirin .

Herwiha rayedarê Iraqê got, Bexdayê daxwazek herêma Kurdistanê nepejrandiye ku hikûmeta Federal ji bo her bermîlekê 6 dolar lêçûnê bide kompanyaya Rosneft a Rûsyayê.