ANALÎZ | Dawiyê serdema piştî Erdogan hate ber derî!

ANALÎZ | Dawiyê serdema piştî Erdogan hate ber derî!

PeyamaKurd – Di hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan de, li seranserê Tirkiyeyê Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan derbeke mezin xwar û cara yekem piştî 22 salan Partiya Komarî ya Gel (CHP) bû partiya yekem.

CHP, DEM û YRP li hember Erdogan bi ser ketin

Herwiha ne tenê di metropolên wekî Stenbol û Enqereyê de, li Anadola navîn jî li bajarên wekî Konyayê jî AK Partiyê şikesteke mezin xwar û şaredarî ji dest dan. Dîsa li Bakurê Kurdistanê jî DEM Partiyê li hemû bajarên ku qeyûm hatibûn tayînkirin ji nû ve şaredarî bi dest xistin. Dîsa partiya Yenîden Refahê (YRP) ya kurê serokwezîrê berê Necmetîn Erbakan jî xala din a şikesta Erdogan xwariye ye ku bajarê Rihayê jî di nav de hem rêjeya dengên xwe zêde kir hem jî gelek şaredarî bi dest xistin.

Li ser encamên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê gelek nirxandin têne kirin lê ya herî girîng ew e ku Erdogan piştî 22 salan cara yekem dikeve rewşeke wiha ku tenê piştî 8 mehan bi ser hilbijartinên giştî de ev encam derdikeve pêşiya wî.

Deshilata Erdogan kete xeterê

Li gorî nirxandinên medya cîhanî, deshilata Erdogan êdî ketiye xeterê û encamên hilbijartina dawî derbarê dahatuya Erdogan de peyamê didin.

Weşana Amerîkî Foreign Policy jî di analîza ku li ser hilbijartinên 31ê Adarê yên Tirkiyê belav kiriye de dibêje, “Hilbijartinên hefteya borî hatin kirin, ji bilî hikmê dîktator, nêrînekê derbarê dahatuya siyasî de pêşkeş dike.”

Vîzyona Erdogan a berê nemaye

Di analîzê de tê gotin, piştî 22 salan ku li ser krîza mezin a aborî ya salên 2000î Erdogan hatibû ser deshilatê, xuya dibe ku êdî AK Partî kevn bûye û vîzyona Erdogan a berê jî zûde ye ji holê rabûye.

Erdogan di bangeşeya hilbijartinên şaredariyan de, gef li hilbijêran xwar û gelek caran got, heke dengê xwe nedin wan, dê rêveberiyên herêmî ji hikûmeta navendî xizmetê wernegirin.

Dîsa şerokiya Erdogan, namzedên nebaş û aboriya xerab hişt ku Erdogan di hilbijartinên 31ê Adarê de, têkçûneme mezin bijî.

Nexşeya Tirkiyê bi vê hilbijartinê re guherî

Herwiha Erdogan tevî hemû hewldanên astengkirina siyastemdarên Kurd ên HDP/DEM Partiyê jî nekarî li Bakurê Kurdistanê pêşiya encamên hilbijartinê yên serketina wan bigre. Erdogan û hevpeymana wî ya MHP di vê hilbijartinê de, rûbirûyî têkçûneke mezin hatin ku nexşeya Tirkiyê jî pê re guherî. Rengên sor (CHP), xemrî (Dem Partî) û şîn (YRP) di nexşeyê de derketin pêş.

Gelo wê Erdogan ji bo serokomariyê biçe hilbijartina pêşwext?

Piştî van encamên hilbijartinan ku deshilata Erdogan şikesteke mezin li şaredariyên ku ji sedî 80yê aboriya Tirkiyê kontrol dikin xwar, nîqaşa hilbijartina pêşwext a serokomariyê jî dest pê kir.

Li gorî nirxandina Foeign Policy, Erdogan wê xwe nexe rîska hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê. Herwiha wê hewldana vegerandina AK Partiyê ya salên 2002yan jî bi ser nekeve. Wekî sedem jî hatiye gotin, markeya AK Partiyê bi gendelî, pozbilindî û otorîteriya Erdogan lekedar bûye.

Ji Îmamoglu re rêya serokomariyê vebû

Herwiha hatiye diyarkirin ku divê dîsa jî Erdogan neyê paşguh kirin, lewra xuyaye ew bi qoltixê deshilatdariyê ve maye û wê bernede. Lê li gorî encamên derketine holê ji bo dahatuyê rêya serokomariyê ji şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku serketineke mezin bidest xist re vebûye.