Rewşa siyasî ya Kurdan nediyar e: Gelo DEM û AKPê ji bo piştî hilbijartinê li hev kirine?

Rewşa siyasî ya Kurdan nediyar e: Gelo DEM û AKPê ji bo piştî hilbijartinê li hev kirine?

PeyamaKurd - Tirkiye di nav nediyariya dahatuya pirsa Kurd de, 31ê Adarê hilbijartinên herêmî li dar dixe.

Niha pirsa herî girîng ew e ku heke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li bajarên mezin serkeftinan bi dest bîne, “gelo wê hikûmet destûrê bide Kurdan şaredariyên xwe birêve bibin yan wê dîsa qeyûm tayîn bike?” ye. Wê ev jî bi demê re xwe nîşan bide.

Pirsa li piştperdeyê ya bingehîn ev e:

 “Gelo wê di navbera Tirkiyê û Kurdan de gavên bo muzakereyên siyasî bên avêtin. Bên avêtin jî wê çawa be?”

Kampanyaya hilbijartinan rastî cejna Kurdan Newrozê hat. Serokên DEMê xwestin ku piştî hilbijartinan di çarçoveya demokrasiyê de bajarên ku şaredariyên wan bi dest bixin birêve bibin. Wekî din jî daxwaza mafên çandî û zimanî kirin.

Dahatuya qeyûman a piştî hilbijartinê

Di hilbijartinên 2014 û  2019an de, partiyên kevneşopa DEMê yên Kurdan (BDP û HDP) piraniya şaredariyên Kurdan bi dest xistibûn.

Lê belê ji 2016an pê de, hikûmeta Tirkiyê bi hinceta têkoşîna dijî terorê, meqamên rewa yên şaredariyan ji holê rakir û li şûna piraniya wan şaredaran jî qeyûmên nehilbijartî tayîn kir.

Li bajarê Diyarbekirê ku ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e, bidestxistina şaredoariyê her tim ji bo DEM Partîyê gerentî dixuyê.

Namzedê DEMê Dogan Hatun, banga bidawîkirina sîstema qeyûman kir ku wekî sîstemeke têkçûyî ew bi nav kir. Herwiha got,”Em parêzvanên zimanê Kurdî û mîrateya bajêr in”.

Namzedê AK Partiyê Halîs Bilden jî nekarî gerentiya ku piştî DEM Partî bi ser bikeve qeyûm neyên tayînkirin bide. Herwiha dema li mîtingên wê temaşe dikin, tê dîtin ku Erdogan ji senaryoyeke wiha re jî nabêje na.

“Îşkence li bajaran kirin”

Li gorî daxuyaniyên Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, dê partiya wê pergala talanê ya 8 salên dawî ku ji aliyê qeyûman ve hatiye danîn hewl bide biguherîne.

Li aliyê din ji bilî bergiriyên din, qeyûman milkên şaredariyan firotin û xebatên bo çand û zimanê Kurdî û mafên jinan ên şaredariyan nehiştin. Hatimogullari dibêje, “Îşkence li bajaran kirin”.

Di piraniya rapirsiyan de ji sedî 88ê Kurdan li dijî qeyûman e.

“Ji lîderên Kurd banga çareseriya siyasî li AK Partiyê”

Siyasetmedarên Kurd di demên dawî de bangê li AK Partiyê dikin siyaseta xwe ya Kurdistanê biguherîne. Yek ji lîdera girîng Kurd Leyla Zana, di hevpeyvîneke xwe de dibêje, tevî ku Erdogan di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015an de gotibû divê pirsa Kurd bê çareserkirin jî niha ti hewldanek xuya nake.

Siyasetmedarekî din ê Kurd Ahmet Turk jî gotinên balkêş kirin û got, “Erdogan bixwaze dikare ji bo peymana aştiyê dewleta kûr a Tikiyê razî bike”.

Herwiha anî ziman ku niha ti diyardeyeke bo çareseriyê xuya nake û heta got, “Niha yê ku herê zêde zilmê li Kurdan dike Erdogan e.”

Şaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak jî di wê baweriyê de ye ku niha şansê destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê pir lewaz e.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş jî ji girtîgeha Edirneyê banga zindîkirina pêvajoyeke aştiyê li Erdogan kir û bibîr xist, muxabatê wê Abdullah Ocalan ê ev sê sal in têkîliya wî ji derve hatiye qutkirin.

Gelo Erdogan li Diyarbekirê çi peyam da?

Erdogan di axaftina xwe ya 27ê Adarê ya li Diyarbekirê de got, “Em amade ne bi hemû aliyên ku mesafeyê deynin navbera xwe û terorê re rûnin.”

Her çiqas bijarde pir kêm in jî ji hêla Kurdan ve pêşbîniya tê kirin ew e ku bi AK Partiyê re destpêkirina muzakereyan dibe veguhere zeviya mayînan.

Erdogan beriya niha hewl dabû hêza xwe ya sîstema seroktiyê xurt bike û serbixweyiya darazê kêm bike. Niha jî ji bilî van bi siyaseta neweperestiya mihafezekariya Tirk vîzyoneke nû bi navê ‘sedsala Tirkiyê’ daniye berxwe.

Tevgera Kurdan di van mijaran de li hember AK Partiyê radiweste. Herwiha di demeke ku êrîşên artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê dewam dikin de, tê gotin ku wê ji hevdîtinên di navbera herdu aliyan de bêne kirin jî encam dernekeve.

“Du senaryoyên muhtemel ên piştî hilbijartinê bo pirsa Kurd”

Nêrîna medyaya Tirk û saziyên ramyarî yên navnetewî li ser dahatuya nêzîk a pirsa Kurd ji hev pir cuda ne.

Ji aliyekî ve piştî hewldana darbeya serneketî ya 2016an, Erdogan piraniya baskên dewletê xistiye jêr kontrola xwe û loma jî pêwîst nabîne ku bi Kurdan re ji nû ve bikeve nav danûstandineke lihevkirinê. Ew difikire ku ew dê bi her awayê rêya xwe bimeşe û ev otorîterî dibe bi rêbaza siyasî yan jî leşkerî be.

Li aliyê din nêrîneke din jî heye ku tê gotin, ger AK Partî vê carê li Stenbolê serkeftinê bi dest bixe (Sala 2019an winda kiribû) wê ti reqîbên Erdogan û partiya wî yên rastîn nemînin û dive ev yek jî derfeta ku çareseriyekê pêşkeş bike derxe holê.

Bi tevgera Kurd re piçûk be jî beşdariya bo lihevkirinekê, dibe ku mîrateyeke baştir a Erdogan be.

Li Stenbol a ku zêdetirî 3 milyon Kurd lê dijîn, ji bo DEM Partî gelek gotin têne kirin. Mînak; hin alî dibêjin, dibe ku DEM Partî cardin bi CHPê re bikeve nav tifaqekê.

Hin alî jî dibêjin, li piştperdeyê ji bo Stenbolê, DEM û AK Partiyê li hev kirine. Ev îdia di medyayê de jî cî digre. DEM Partî van hemû îdiayan red dike û dibêje, wan ragihandiye ku ew wek partî bixwe dikevin hilbijartinan.

Herî dawî li gorî nûçeyên medya sereke ya Tirkiyê, piştî hilbijartinan ti hewayeke xweşbîn bo muzakereyê xuya nake.

Medya Kurd jî zêdetir balê dikşîne ser pirsa; “Gelo dê ji bo birêvebirina şaredariyên bên bidestxistin bê dayîn û zilma tê kirin bê astengkirin?”