36. Salvegera Enfalê: 182 hezar Kurdên hatibûn jenosîdkirin têne bibîranîn

36. Salvegera Enfalê: 182 hezar Kurdên hatibûn jenosîdkirin têne bibîranîn

PeyamaKurd- 14ê Nîsanê 36. salvegera qurbaniyên Enfalê ye ku ji aliyê rejîma Beas a berê ya Iraqê ve di heşt qonaxan de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin.

14ê Nîsanê li Çemçemalê, Peytexta Germiyanê enfala Kurdan bi merasîmekê tê bibîranîn.

Ji sala 2007an ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye, her sal di 14ê Nîsanê de tawanên Enfalê werin bibîranîn.

Di salvegera tawana Enfalê de îro li ber Monomenta Enfalê ya Çemçemalê merasîmek tê lidarxistin.

Hejmarek malbat û kesûkarên enfalkiriyan û rizgarbûyên tawana enfalê, beriya merasîmê çûn girtîxaneya Nogreselman û li wir ev tawan bi bîr anîn.

Nogreselman yek ji zîndanên rêjîma Beas bû ku tê de gelek kes hatin enfalkirin, ew zîndan li başûrê Iraqê ye û yek zîndanên li ser asta Rojhilata Navîn bi nav û deng e.

Li dibistanan rêzgirtina qurbaniyan

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, li hemû saziyên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê beriya destpêkirina dersa yekem, dê çend kêliyên bêdeng ji bo rêzgirtina li qurbaniyên jenosîda Enfalê were rawestandin.

Herwiha li derveyî Herêma Kurdistanê, 36emîn salvegera Enfalê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê ku destexwişka Çemçemalê ye, dê enfal were bibîranîn û gotara Qeymeqamiya Çemçemalê jî bê xwendin.

Di 8 qonaxên enfalê de 182 hezar Kurd hatin jenosîdkirin

Rêjîma Beas a Iraqê berî 36an li pêş civaka navdewletî di heyama 7 mehan de û di çarçoveya 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistanê pêk anî. Di wê tawanê de rêjîma Beas zêdetirî 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.

Di êrîşa enfalê de artêşa Iraqê bi hemû cûre çekên nû û teknolojiya nû ji asman û zemînê ve êrîş kir û bi hezaran malbatên kurdan enfal kirin.

Qonaxên Enfalê

Enfal yan proseya jenosid û qirkirina Kurd yek ji proseyên rêjîma Beis a rûxandî (1963 - 2003) bû, ku di 8 qonaxan re derbas bû.

Qonaxa yekem: Ji 22ê Sibatê û ta 18ê Adara 1988an berdewam kir û di vê qonaxê degeliyê Cafayetî hat enfalkirin.

Qonaxa duyem: Ji 22ê Adarê û ta 1ê Nîsana 1988an birêve çû, navçeya Qeredax hat enfalkirin.

Qonaxa sêyem: Ji 7ê Nîsanê û ta 20 Nîsana 1988an li navçeya Germiyan hat encamdan.

Qonaxa çarem: Ji 3ê Gulanê û ta 15ê Gulana 1988an li navçeya Qelasêwkê û geliyê Zê yê biçûk hat encamdan.

Qonaxa pêncem, şeş û heftem: Ji 15ê Gulanê û ta 26ê Îlona 1988an birêve çû û tê de navçeyên Şeqlawa û Rewandizê bi ber pêla enfalê ketin.

Qonaxa heştem: Ji 26ê Tebaxê û ta 6ê Îlona 1988an birêve çû û tê de êrîş li ser devera Badînanê hate kirin.

Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Beiş ya jinavçûyî 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin.