Berpirsê darayî yê navebera Hamas û Îranê hat kuştin

Berpirsê darayî yê navebera Hamas û Îranê hat kuştin

PeyamaKurd – Di 10ê Nîsanê de li Lubnanê bi navê Mihemed Siror ku salê bi deh milyonan dolar ji pasdarên şoreşa Îranê werdigirt û digîhand yekîneyên Îzedîn Al-Qasam, çengê leşkerî yê Hamasê, li bajarokê Beyt Merî nêzîkî Beyrûtê, bi pênc guleyan kuştî hat dîtin.

Siror 57 salî bû û ji Tebaxa 2019ê ve Xezîneya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê lê digeriya û xezîneyê bi milyonan dolar dida ji bo kesê ku agahiyan di derheqê wî de radestî berpirsên Amerîkî bike.

Wî herwiha di dezgehên Hizbullah de kar dikir û li gorî Wezareta Hundir ya Lubnanê, ew bi destê îstixbarata Îsraîlê (MOSAD) hatiye kuştin. Hat ragihandin ku komek pere li ser bû gava hatiye kuştin, lê kujeran dest nedabûn pereyên wî.

PeyamaKurd / Lubnan