Bersiva tund a Japonyayê ji Îsraîlê re: Dibe ku bibe sedema karesatê!

Bersiva tund a Japonyayê ji Îsraîlê re: Dibe ku bibe sedema karesatê!

PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve yê Japonyayê Kamikawa Yoko diyar kir ku êrîşên bejahî yên Îsraîlê ser bajarê Refahê li Şerîda Xezzeyê dibe ku bibe sedema karesatên zêdetir û ev jî dibe sedema dijwariya zêde di operasyonên alîkariyên mirovî de û ev welat nikare vê rewşê tehemûl bike.

Wezîra Karên Derve yê Japonyayê Kamikawa Yoko di civîna çapemeniyê de bal kişand ser kombûna gelek penaberên Filistînî li herêmê û got ku ji ber êrîşa eskerî ya Îsraîlê ya li ser Refahê dilgiraniyeke mezin heye.

Kamikawa ev daxuyanî da:

"Ji ber vê yekê operasyoneke leşkerî dikare bibe sedema karesateke ku zêdetir zirarê bide. Aşkere ye ku ev yek wê di xizmetên alîkariyên mirovî de zehmetiyan zêde bike. Li vê erdnîgariyê nayê qebûlkirin."

Kamikawa ku di xebatên welatê xwe de hem di G7 û hem jî di Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de sînyal dan, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku "nêzîkatiyek ku tê de danûstendina bi Îsraîl re jî heye nîşan bidin."

Kamikawa tekez kir ku hevahengiya aliyên pêwendîdar serbestberdana dîlên herêmê û berdewamiya agirbestê zêdetir kir.