Îsraîl pêsîra berpirsên Hizbullahê bernade
PeyamaKurd – Piştî êrîşa du dronan ji aliyê Hizbullah ve li ser Jalîl li bakurê Îsraîlê, artêşa Îsraîlê roja Sêşemê bi balafirên şer êrîşî ser trimbêlekê li bajarokê Eyn-Baal li rojhilatê bajarê Sor kir û ragihand ku berpirsekî paye bilind ê Hizbullahê bi navê Îsmaîl Yusif Baz di encama êrîşê de hatiye kuştin.
Hizbullahê ji aliyê xwe ve tenê da nîşandan ku "şehîdê mucahîd"ê ji bajarokê Al-Şahabiye jiyana xwe di cîhadê de ji dest daye.
Li gorî Berdevkê Erebî yê artêşa Îsraîlê Afîchay Adraee: Baz berpirsê Hizbullah ê Beravên Bakur bû û di plankirina gelek êrîşên li hember Îsraîlê de cih girtibû.
PeyamaKurd / Lubnan