Li welatên kendavê lehî: 18 kes fetisîn

Li welatên kendavê lehî: 18 kes fetisîn

PeyamaKurd - Li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat), Oman û Behreynê di demjimêrên borî de barana zêde bû sedema lehiyên dijwar.

Hate ragihandin ku herî kên 18 kes ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane. Her wiha seferên frokeyan jî hatin rawestandin.

Rayedaran ragihandin ku barana îro bariya ye, barana herî zêde ya 75 salên dawîn bûye.

Li Îmaratê barîna baranê ji şeva Duşemê dest pê kir û heta êvara Sêşemê dom kir. Serê çarçikmetreyî 142 milîmetre baran bariya û ev bi qasî barana ku sal û nîv li seranserê vî welatî dibare bû.

Gellek welatên din ên kendavê jî bandoreke neyînî ji barîna baranê wergirtin.

Li Omanê 18 kesan can dan

Rayedarên Omanê ragihandin ku ji ber lehiyê herî kêm 18 kesan canê xwe ji dest dane.

Di nava miriyan de 10 xwendekarên 10 - 15 salî ku otomobêla ku tê de bûne di lehiyê de noqî avê bûye, jiyana xwe ji dest dane.

Li Behreynê jî li hin herêman ji ber lehiyê bi sedan otomobêl li ser rêyan man û ziyaneke mezin pêk hat.