Parlamena Guricistanê bi hev ket

Parlamena Guricistanê bi hev ket

PeyamaKurd - Li Parlamena Gurcistanê nîqaşa pêşnûmaya “zelalkirina bandora biyaniyan” ku hikûmet dixwaze derxe, bi hêrişa kulman hate rawestandin.

Dema ku Serokê Piraniya Parlemanê yê Partiya Xeyala Gurcistanê ya desthilatdar Mamuka Mdinaradze, , di rûniştina lijneya yasayê ya parlamenê de pêşnûma yasayê diparast, parlamenterê opozîsyonê Aleko Elisashvili beziya ser podyûmê û kulmek li serê Mdinaradze xist.

Piştî lêdana pêşî bûyer veguherî şerê parlamentên hikûmetê û yên opozisyonê.

Ji ber şerê parlamentan, Serokê Parlamenê rûniştine bi dawî kir.

Hat ragihandin ku wê îro jî nîqaşên pêşnûmayê bidomin.

Bi pêşnûma yasaya ku wek “Sîxurê biyanî" jî tê pênasekirin armanc ew e ku li ser sazî û rêxistinên ku ji welatên biyanî fonan distînin bê ferzkirin ku xwe wekî ‘Sîxurên biyanî’ tomar bikin.