YEyê ji ber hêrişa li dijî Îsraîlê guvaşên ser Îranê zêde dike

YEyê ji ber hêrişa li dijî Îsraîlê guvaşên ser Îranê zêde dike

PeyamaKurd - Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ragihand ku YEyê, ji ber hêrişa wê ya li dijî Îsraîlê wê li dijî rejîma Îranê dest bi xebatên zêdekirina guvaşên nû bike.

Wezîrên derve yên welatên YEyê, di civîneke awarte ya online de, ji bo hêrişa frokeyên bêmirov û mûşekên balîstîkî yên Îranê yên li dijî Îsraîlê civiyan.

Borrell piştî civîna ku 2 demjimêran dom kir daxuyanî da û got: “Ez bi rik diyar dikim ku li dijî hêrişa Îranê em li pişta Îsraîlê ne. Hin welatên endamê YEyê dixwazin guvaşên li ser Îranê bêne berfirehkirin û dezgeha dîplomatîk a yekîtiyê wê li ser vê pêşniyazê dest bi xebatan bike.

Josep Borrell diyar kir ku ev pêşniyaz wê guvaşên bi mebesta nehiştina firokeyên bêmirov ên Îranê ji Rûsyayê re biçin berfirehtir bike, wê dabînkirina keresteyên mûşekan a Îranê û herwiha radestkirina çek û teqemenî ya ji bo komên çekdar ên girêdayî Tehranê yên li Rojhelata Navîn jî bihundurîne.

Borrell balê kêşa ser wê yekê ku divê rewşa Xezeyê neyê ji bîrkirin û destnîşan kir ku divê ji bo agirbesteke lezgîn û domdar, serbestberdana dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de û başkirina rewşa mirovî hewl bêne dayîn.