Êzîdiyên li Efrînê ‘Cejna Çarşema Sor’ pîroz kirin

Êzîdiyên li Efrînê ‘Cejna Çarşema Sor’ pîroz kirin

PeyamaKurd – Êzîdiyên Efrînê bi sedema cejna Çarşema Sor gelek ahengan li dar xistin. Li başûrê Afrînê li gundê Burc Ebdî yê Kurdên Êzîdî civiyan û cejna Çarşema Sor pîrpoz kirin.

Kurdên Êzîdî di serî de seredana gorên miriyên xwe kirin û paşî li mala civiyan. Bi cil û bergên xwe yên Kurdî govendê girtin. Serpereştê Êzîdiyên herêmê Şêx Reşîd ji bo AAyê gotiye:

“Em îro ji bo pîrozkirina cejna Çarşema Sor hatine cem hev. Di rojeka weha pîroz de, destpêka jiyana di kaînatê û dinyayê de ji aliyê Rebbê aleme de ji bo mirovahiyê jîn daketiye.”

Em cejna ku dinya bi rengên xwezayê, nebat, gul bi yasemînan xemilî pîroz dikin. En gorên xwe ziyaret dikin, mêvanan di’ezimînin û bi vê wesîlê em daxwazên baş û xweş pêşniyaz dikin. Em vê cejnê weka cejna rehmetê, hûzûr û hezkirinê şirove dikin.”