3 esnaf bi gumana şewata bazara Lenge hatin girtin

3 esnaf bi gumana şewata bazara Lenge hatin girtin

PeyamaKurd- Berdevkê Asayîşa Hewlêrê ragihand ku ji ber şewitandina bazara Lenge 3 gumanbar hatine girtin û lêpirsîna wan hatiye destpêkirin.

Berdevkê Asayîşa Hewlêrê daye xuyakirin ku 3 kes bi gumana şewitandina bazara Lenge hatine girtin û niha li Asayîşa Hewlêrê lêkolîn û lêpirsîna wan tê kirin û wê demeke nêzîk de encam werin eşkere kirin.

Li gor agahiyan ew her sê kesên hatine girtin esnafên bazara Lenge bixwe ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bazara Lenge ya Hewlêrê piştî şewata wêranker a 27ê Sibatê hefteya borî 8ê Nîsanê sibehê cardin agir pê ketibû.

Di şewata berê de, 200 dikanên Bazara Lengeyê şewitîbûn û hin aliyên Turkmenî berpirsiya wê şewatê li xwe girtibûn.