845 çekên pereyên qerebûkirina madeya 140 gihîşt Kerkûkê

845 çekên pereyên qerebûkirina madeya 140 gihîşt Kerkûkê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku 845 çekên pere yên qerebûkirina madeya 140 a li gorî destûra Iraqê gihîşt Kerkûkê û dest bi dabeşkirina malbatan tê kirin.

Berpirsê Nivîsîngeha Bicihanîna Madeya 140 Kakereş Sidîq ragihand, “Me berî cejna Remezanê, karûbarên qerebûkirina 32 û 33 û 34ê ji Bexdayê re şandine, ji bo ku li pey pereyê bedrest proseya qerebûkirina welatiyan bê bicihanîn”.

Sidîq Kakareş got, “Me ji bo belavkirina wan çekên pere çend rêkar û rênimayî dane ber xwe û ji sibe ve em dest bi belavkirina wan dikin. Ji ber biçûkiya cihê nivîsîngeha me, em dikarin her rojê 300 çekan belav bikin”.

Kakereş Sidîq herwiha diyar kir, “Divê welatî ji bo wergirtina çekên qerebûkirinê wan belgeyên pêdivî bi xwe re bînin ên ku nivîsîngeha me diyar kirine, xasma karta niştîmanî. Herwiha divê kartên wan ên dengdanê jî Kerkûk be”.

Hêjayî gotinê ye, bihayê wan 845 çekên pereyê ku gîhiştine Nivîsîngeha Kerkûkê heşt milyar û 445 milyon dolar in, yanî bihayê her yek ji wan 10 milyon dolar in û ji bilî çekên qerebûkirina çend welatiyên Tirkmen, hemû çekên din ên qerebûkirinê yên welatiyên Kurd in.