Amerîka: Ji bo îxracata petrola Kurdistanê destpêbike em di asta jor de di nav têkiliyan de ne

Amerîka: Ji bo îxracata petrola Kurdistanê destpêbike em di asta jor de di nav têkiliyan de ne

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku ji bo îxracata petrola Kurdistanê destpêbike di asta bilind de di nav têkiliyan de ne. Wezaret xwest ku îxracata petrolê ji nûh de destpêbike.

Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Matthew Miller di daxwuyaniya xwe de got ku wezîr Antony Blinken û Dr. Fûad Huseyîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser çareseriyê radiwestin.

Miller, di daxwuyaniya xwe de got ku Blinken gotiye divê ji bo îxraca petrola Herêma Kurdistanê ya di rêya lîmana Ceyhanê de peymanekî nûh çêbikin. Miller weha got:

“Îstîqrara di navbera Erbîl û Bexdayê de ji aliyê aboriyê de wê ji bo temamê Iraqiyan û Herêma Kurdistanê fêde bide. Em her dû terefan teşwîq dikin da bi hevre bixebitin. Me bangî temamê terefan kir ku di îxracata petrolê de li hev bikin. Ji bo lihevkirinê wê xebatên me dewam bikin.”

Dadgeha Tehkîmê ya navdewletî ya Parîsê di 25ê Adara 2023an de biryara qedexeya îxracata petrola Kurdistanê di ser lîmana Ceyhanê de dabû.