Angaşt: 12 şervanên PKKê canê xwe ji dest dan

Angaşt: 12 şervanên PKKê canê xwe ji dest dan

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê angaşt ku di operasyonên hewayî yên artêşa tirk de 12 şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) canê xwe ji dest dane.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî Xê de ragihand ku hêzên hewayî yên artêşa tirk li herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanê li dijî hêzên PKKê hêriş pêk anîne û angaşt ku di vê hêrişê de 12 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.

Di derbarê vê angaşta wezareta Tirkiyeyê de heta niha ti daxuyanî ji PKKê nehatine dayîn.