Asmanê Herêma Kurdistanê ji balafiran re ji nû ve hate vekirin

Asmanê Herêma Kurdistanê ji balafiran re ji nû ve hate vekirin

PeyamaKurd- Asmanê Iraq û Herêma Kurdistanê dema destpêkirina êrîşên bi drone û moşekan ên Îranê bi ser Îsraîlê de, şeva borî hatibû girtin. Hate ragihandin ku asmanê Herêma Kurdistanê îro 14ê Nîsanê cardin ji balafiran re hate vekirin.

Rêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand, îro 14ê Nîsanê, demjimêr 09:00 asmanê Iraq û Herêma Kurdistanê careke din tê vekirin.

Ehmed Hoşyar got, herdu balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê dê ji nû ve dest bi geştên xwe bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Iraqê piştî êrîşa Îranê qada xwe ya asmanî ji Urdin, Sûriye, Lubnan û çend welatên din re wek tedbîr girtibû.