Cemil Bayik berî serdana Erdogan a Bexdayê hişyarî da Iraqê: Wê ew biryar zirarê bide we!

Cemil Bayik berî serdana Erdogan a Bexdayê hişyarî da Iraqê: Wê ew biryar zirarê bide we!

PeyamaKurd- Serkirdeyê PKKê Cemîl Bayik, beriya serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Iraqê ku tê çaverêkirin 22yê vê mehê pêk were, bal kişand ser rêkeftina ewlehiyê ya navbera herdu welatan û hişyarî da Iraqê.

Bayik di gotareke xwe ya medya nêzî PKKê de bal kişandiye ser rêkeftina navbera Tirkiye û Iraqê û operasyoneke berfireh a muhtemal a Tirkiyê li ser binkeyên wan ên li Herêma Kurdistanê û gotiye, ger biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê li ser PKKyê rast be, wê demê ev biryar çi qas zirarê bide PKKê, dê ewqasî jî zirarê bide berjewendiyên Iraqê.

'Wê biryar zirarê bide berjewendiyên Iraqê'

Bayik dibêje, PKKê ti carî zirer nedaye berjewendiyên Iraqê û wiha pê de diçe: “PKKê her tim siyaseta dostanî û berjewendiyên hevbeş meşandiye lê belê wisa xuya ye ku hin hevdîtinên dewleta Tirk ên li gel Iraqê rasterast têkiliya wan bi PKKê re heye. Bi taybetî eger ew biryara ku propagandaya wê tê kirin ku Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê li ser PKKê daye rast be, wê demê ev biryar çiqasî zirarê bide PKKê, wê ewqas jî zirerê bide berjewendiyên Iraqê. Hêvî û daxwaziya me ew e ku ne dewleta Iraqê û ne jî Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê biryareke wisa wernegirin ku xizmeta berjewendiyên her du aliyan neke.”