Deriyê Pêşxabûr-Sêmelka car din vedikin

Deriyê Pêşxabûr-Sêmelka car din vedikin

PeyamaKurd - Deriyê Pêşxabûr-Sêmelka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji ber lehî rabûbû û pira derî ji lehiyê zararê dîbû, piştî mehekî car din vedikin. Deriyê Pêşxabûr-Sêmalka ew deriye ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji bo alîkariyê û çûnûhatina mirovan yek ji yên herî girînge.

Derî, di 20ê Aadarê de zerarê dîbû û hatibû girtin. Piştî pira ser avê zerarê dîbû, çûnûhatin di ser deriyê Welîd de dibû. Rêvebiriya deriyê Sêmalka ragihand ku tamîra derî temam bûye û dest bi xebata çûnûhatina bazirganiyê kiriye.

Ji bo rêwî tê de derbas bibin wê sibê derî vebe. Derî rojên Yekşem, duşem, Çarşem û Pênşemê ji bo sîvîlan vekiriye.

Xidayên Rojavayê Kurdistanê %65ê wê di vî deriyê de derbas dibe ku li Rojava 5 milyon kes dijî.

Derî, li ser fermana serok Mesûd Barzanî di 16.01.2013an de ji bo destekê bidin xelkê Rojava vekiribûn.