DYAyê li baregeha xwe ya Rojava pergala parastina asmanî ya pêşketî bi cih dike

DYAyê li baregeha xwe ya Rojava pergala parastina asmanî ya pêşketî bi cih dike

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Hêzên Amerîkayê (DYA), li baregeh xwe ya Rojavayê Kurdistanê ya kêlgeha Omer a li Dêrezorê pergala parastina asmanî ya pêşketî bi cih dike.

Rîwangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku firokeyeke barhilgir a DYAyê li baregeha Omer a li gundewarê Dêrezorê daketiye û sîstema parastina asmanî ya pêşketî danî ye.

Li gor agahiyên SOHRê, di dema daketina firokeyê de, hêzên hevbeş ên DYA û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li herêmê dest bi tevgerîna parastinê kirine.

Ji aliyekî din ve hate ragihandin ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, 40 barhilgirên ku barên wan çek û cebilxane bûne derbasî binkeya xwe ya li Til Bêdarê ya li bakurê Hesekê kirine.

Di demên dawî û bi taybetî piştî 7ê Cotmeha 2023yan ku şerê Îsraîl û Hemasê destpê kir de, pir caran baregeha hêzên DYAyê ya li kêlgeha Omer rastî hêrişên frokeyên bêmirov û mûşekan hat.

Kêlgeha Omer a neftê ya li başûrê rojhilatê Dêrazorê ku baregeheke mezin a Hevpeymaniya Navnieteweyî jî lê ye, pir caran ji aliyê komên mîlîşe yên girêdayî rejîma Îranê ye rastî hêrişan hatibû.