Encumena Wezîran li Hewlêrê civiya

Encumena Wezîran li Hewlêrê civiya

PeyamaKurd - Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo pirsgirêkên Herêma Kurdistanê yên di rojevê de ne nîqaş bike û rêbazên çareseriyê destnîşan bikin, li paytext Hewlêrê civiya.

Hate ragihandin ku di civîna heftane de wê Encûmena Wezîran li ser mijarên mûçeyên meha Sebatê, hewlên Banka Navendî ya Iraqê yên di derbarê kaş û pareyên biyanî û ji bo wergirtina qerên bazirganî yên Wezareta Aborî niqaşan bike û rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan destnîşan bike.

Di civîna ku bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî û hemû wezîr beşdar bûne de her wiha wê pirsgirêkên din ên ku hikûmet pê re rûbirû maye jî bêne gotûbêjkirin.