Esnafên Amedê wê bi navên Kurdî kêmtir bacê bidin

Esnafên Amedê wê bi navên Kurdî kêmtir bacê bidin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Şaredariya Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê biryara ku esnafên navên kargehên xwe bi Kurdî daynin wê kêmtir bacê bidin daye.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku kargehên ku navên xwe bi Kurdî daynin wê kêmtir bacê bidin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun bi medyaya Tirkiyeyê re axivîn û xizmetên xwe yên ku wê di 5 salan de bikin vegotin.

Hevseroka Şaredariyê Serra Bucakê amaje bi wê yekê da ku qeyûm bûye sedema gelek xerabûnan û ew ê hewl bidin ku careke din daxwazên gelê Amedê pêk bînin.

Serra Bucak xebatên şaredartiya xwe wiha rêz kir: “Me biryar da ku kargehên ku navên xwe bi Kurdî daynin wê kêmtir bacê bidin. Herwiha ji bo berhemên şanoya Kurdî jî em ê careke din konservatuarên bajêr ên Kurdî vekin. Ji bo parastina zimanan jî em ê Rêveberiya Parastin û Pêşxistina Ziman damezrînin.”

Hevserokê Şaredariyê Dogan Hatun jî da zanîn ku 8 sal in li Amedê çalakiyên bi Kurdî nehatine kirin û daxwaza gel zêde ye ku festival bên kirin.