Kabîneya şer a Îsraîlê ji bo bersivdana Îranê dicive

Kabîneya şer a Îsraîlê ji bo bersivdana Îranê dicive

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku kabîneya şer a Îsraîlê wê bi mijara bersiva êrîşa şeva borî ya Îranê bicive.

Li gorî zanyariyan, dê Kabîneya Şer a Îsraîlê îro 14ê Nîsanê li ser çawaniya bersivdana êrîşên Îranê li hev kom bibe.

Televizyona Kanal 12 a Îsraîlê daye xuyakirin, dê kabîneya şer li demjimêr 15:30 bicive û bersiva bo Îranê gotûbêj bike.

Hêjayî gotinê ye, Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê biryar dabû ku biryara bersivdana Îranê di civîna kabîneya şer de were dayîn. Di civînê de wê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û serokê opozîsyonê Yoav Gallant jî beşdariyê dikin.