Lahûr Şêx Cengî: Biden gotinên Serok Barzanî dubare kir

Lahûr Şêx Cengî: Biden gotinên Serok Barzanî dubare kir

PeyamaKurd- Serokê Hevpeymaniya Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî ku ji YNKê cuda bûye, di civîneke rojnamevanî de derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê da daxuyanî dan.

Cengî got, Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevdîtina ligel Serokwezîrê Iraqê de got, divê li Herêma Kurdistanê hilbijartinên pak bên kirin, yanî heman gotinên Serok Barzanî dubare kirin.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîka Joe Biden roja Duşemê di civîna bi Serokwezîrê Iraqê re de gotibû, Amerîka piştgirîya hilbijartinên azad, dadperwerane û pak li Herêma Kurdistanê dike.

Serok Barzanî jî ev çend car in dibêje, destên welatên derve û Dadgeha Federal bi eşkere destêwerdanê dikin ku pirsgirêkan ji bo hilbijartineke pak û dadperwerane li Herêma Kurdistanê çêbikin.

Serok Barzanî dabû xuyakirin: “Dûrxistina pêkhateyên neteweyî û olî ji hilbijartinan, dûrxistina zêdetir ji 400 hezar dengdêran ji hilbijartinan û sepandina rêkar û mekanîzmayên nerewa di hilbijartinan de, wiha dike ku dengê rasteqîne yê gelê Kurdistanê dernekeve.”

Serok Barzanî di hevdîtinên xwe yên bi berpirsên welatan re de gotibû, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştevaniya hilbijartinên azad û dadperwerane û bê destêwerdan û dariştina pêşwext dike. Herwiha bi pêwîst dibîne ku hemû kêmasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û yasayî yên dosyaya hilbijartinan bên çareserkirin, da ku ew prose nûneratiya vîn û dengê rasteqîne yê gelê Kurdistanê bike, bi awayekî ku xizmeta demokrasî û rewabûna saziyên Herêmê bike.