Mesrûr Barzanî: Pêwîste em hemû ji bo nifşên nû kar bikin…

Mesrûr Barzanî: Pêwîste em hemû ji bo nifşên nû kar bikin…

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Nîsanê bi mebesta 37emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê Xê belav kiriye de got, “Di salvegera kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesnan û Geliyê Xoşnawetî de, em bejna xwe li ber giyanê kesên ku di vê komkujiyê de şehîd bûne, ditewînin.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Pêwîst e em hemû kar bikin ji bo nifşên me yên paşerojê rûbirûyî karesatên bi vê cureyê nebin.”

Rejîma berê ya Iraqê roja 16ê Nîsana 1987an êrîşeke kîmyayî bir ser Balîsan û gundên Xoşnawetiyê ku wekî êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beas li ser Kurdistanê tê zanîn ku yekem car gundên Şêx Wesanan, Kanî Berd, Bêrawe, Şîre, Xetê, Balîsan, Melekan û Deraş hatin kimyabarankirin.

Piştî wê êrîşê bi dehan welatiyên birîndar, ku ji bo çareseriyê xwe gihandibûn nexweşxaneyên Hewlêrê, ji aliyê hêzên rijîma Beas ve hatin revandin û enfalkirin û heta niha jî çarenivîsê wan nediyar e.