Mihemedê rûkenê Wanê hate berdan

Mihemedê rûkenê Wanê hate berdan

PeyamaKurd- Ciwanê bi navê Muhammet Orhan ku dema protestoyên piştî hilbijartinên 31ê Adarê wêneyê wî yê rûken dema binçavkirina wî ji aliyê polîsan ve hatibû belavkirin û bûbû sembola protestoyên dayîna mazbatayê bo namzedê AK Partiyê hate berdan.

Parêzarê ciwanê Kurd Diyar Keserci, li ser medya civakî Xê ragihand ku li ser daxwaznamaya îtirazê ya dane dadgehê, biryar hatiye dayîn ku Muhammet Orhan were berdan.

Keserci got, “Wekî tê zanîn 5ê Nîsanê biryara girtina Muhammet Orhan jii aliyê dadgehê ve hatibû dayîn. Dadweriya Sulh Cezayê ya Wanê daxwaznameya me ya îtirazê a ji bo tehlîyekirina wî qebûl kir û biryara berdana wî hate dayîn.”

Hêjayî gotinê ye, wêneyê ciwanê rûken ê Kurd di dema binçavkirina wî de bûbû sembola protestoyên vegerandina mazbatayê bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê DEM Partiyê Abdullah Zeydan.