Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Fransa û Yekîtiya Ewropayê re çend mijarên girîng gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Fransa û Yekîtiya Ewropayê re çend mijarên girîng gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 16ê Nîsanê bi awayekî cuda li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Siller û Balyozê Fransa yê li Iraqê Patrick Durel kir.

Di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Patrick Durel de, rewşa Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Fransa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha pêşwazî Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Siller jî û di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser encamdana hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya hemû aliyan kirin.

Di civînê de pêşketinên danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bi erênî nirxandin.

Aliyan nêrînên xwe yên di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li hev guhertin û her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku hilbijartin ji bo nûkirina rewatî û proseya demokrasiyê girîng û pêwîst e.

Balyozê YEyê kêfxweşiya xwe ya bo hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lidarxistina hilbijartinan û çareserkirina kêşeyên li pêşiya hilbijartinan nîşan da.

Di civînê de behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyên wan û Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên digel berpirsên payebilind yên Iraqê û hewlên wî yên ji bona çareserkirina pirsgirêkan bilind nirxand.