Serok Barzanî: PDK her tim ji hilbijartineke pak û dadperwerane re amade ye

Serok Barzanî: PDK her tim ji hilbijartineke pak û dadperwerane re amade ye

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Nîsanê pêşwazî li Balyozê Fransa yê li Iraqê Patrick Durel kir.

Di hevdîtina ku rewşa siyasî ya Iraq û herêmê hate nirxandin de, herwiha behsa rewşa siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê jî hate kirin.

Balyozê Fransa yê li Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û diyaloga berdewam a di navbera Hewlêr û Bexdayê de kêfxweşiya xwe anî ziman.

Durel got, “Fransa wê her dem dilsoz û piştevanê gelê Kurdistanê be û divê mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya Iraqeke federal de bê parastin” û tekez jî kir ku welatê wî diyalogê wek baştirîn rê ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê dibîne.

Serok Barzanî bal kişand ser rola dîrokî ya Fransayê li hemû qonaxên piştevanîkirina bi mafên rewa yên gelê Kurdistanê re û bal kişand ser têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina azadî û serwerî û mafên netewî û nehiştina cudahî û zulmê.

‘Sedema kêşeyên heyî nepabendbûna bi destûrê ye’

Serok Barzanî got, “Kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, binpêkirina destûrê û nepêbendîya bi rêkeftinan e. Herwiha metirsî li ser proseya demokrasiyê heye û hewla lawazkirina Herêma Kurdistanê heye, ku herêmeke destûrî û berhema qurbanîdana dehan salan a gelê me ye.”

Serok Barzanî diyar kir, bûdçe û mafên Herêma Kurdistanê mafên sirûştî yên gelê Kurdistanê ne û nabe weke karteke siyasî li dijî Herêmê were bikaranîn.

Serok Barzanî herwiha piştevaniya xwe ji bo berdewamiya diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de nîşan da û wek baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de binav kir.

‘PDK her tim ji bo hilbijartineke pak û dadperwerane amade ye’

Li ser hilbijartinan jî Serok Barzanî destnîşan kir, PDK her tim amade ye ji bo hilbijartineke pak û dadperwerane ku encamên wê îradeya rasteqîne ya dengdêran nîşan bide û pêkhate jî bikarin nûneratiya îrade û dengên xwe bikin û dûr ji pêşdizaynkirin û pirsgirêkên yasayî û teknîkî be.

Serok Barzanî dawiyê hêvî xwest ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya rêzgirtina li îradeya gelê Kurdistanê û berjewendiyên bilind ên Herêmê de û bi berçavgirtina li kultûr û nirxên demokrasiyê, di xizmeta parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê de bin.