Serok Barzanî: Silav li giyanê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê

Serok Barzanî: Silav li giyanê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê

PeyamaKurd- Serok Barzanî di 36emîn salvegera Enfalê de peyamek belav kir û got, “Her çend e encamderên Enfal û tawanên din têk çûne û ketine zibildana dîrokê, lê şopa jenosîd û zulma li dijî gelê me her mane û birînên gelê me derman nebûne.”

Serok Mesûd Barzanî got: “Hemleya Enfalê yek ji mezintirîn tawanên rejîma berê ya Iraqê ye, ku bi armanca jinavbirin, wêrankirin û qirkirina gelê Kurd hatiye kirin. Di wê komkujî û jenosîdê de ku di çend qonaxan de û bi awayekî rêkxistinî li hemû parçeyên Kurdistanê hatibû kirin, 180 hezar welatiyên Kurdistanê ên bêguneh hatin windakirin û şehîdkirin. Ligel wê jî kîmyabarankirina Kurdistanê, wêrankirina bi hezaran gund, planên erebkirinê, koçberkirina bi darê zorê û wêrankirina jêrxana aborî, demografîk, civakî û derûnî ya Kurdistanê, beşeke din a wan tawanan bû ku bi awayekê rêkxistî ji aliyê rejîma Iraqê ve li dijî gelê me hatin kirin.”

Serok Barzanî da zanîn: “Her çend e encamderên Enfal û tawanên din têk çûne û ketine zibildaneka dîrokê, lê şopa jenosîd û zulma ku li ser gelê me hatiye kirin, maye û birînên gelê me nehatine dermankirin. Tevî wê zilm û zordariya mezin a ku li ser gelê me hatiye kirin, lê mixabin hîn jî di dewleta Iraqê de deng û rengên şovenîst li dijî kurdan derdikevin. Erkê saziyên fermî yên dewleta Iraqê ye ku kar ji bo qerebûkirina Enfal û jenosîd û zulma li ser gelê Kurdistanê hatiye kirin bikin û divê rê li her cure hewl û siyasetên xerab bigirin ku bi hizreke şevenist û înkariyê li mafên gelê kKurdistanê dinêrin.

Di dawiyê de Serok Barzanî got: “Di 36emîn salvegera tawana Enfalê de, pêzanîna me bo qurbanîdan û xweragiriya malbatên enfalkiriyan û şehîdan heye û silav li giyanê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê.”