Tetbîqata hevpar a Koalîsyonê û HSDê

Tetbîqata hevpar a Koalîsyonê û HSDê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ya bi pêşengiya DYA û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li baregeha koalîsyonê ya li Dêrezorê tetbîqata leşkerî ya hevpar pêk anîn.

Hêzên Koalîsyonê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tetbîqata leşkerî ya hevpar li baregeha koalîsyonê ya li qada petrolê ya El Omer a li Dêrezorê pêk anîn.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) têkildarî tetbîqata hevpar a ku li baregeha Koalîsyonê ya li Dêrezorê pêk hat, hate ragihandin ku li herêmên derdora baregehê ji ber bikaranîna cebilxaneyên rast gelek teqîn hatin bihîstin. ji bo ku di tetbîqatê de amadehiya şer zêde bikin êrîşî hedefên sexte dikin.