Piştî Appleê Xiaomi jî bi otomobêla xwe derket bazarê

Piştî Appleê Xiaomi jî bi otomobêla xwe derket bazarê

PeyamaKurd - Hilberînera têlefonên mobîl a Çînî Xiaomi, piştî berfirehkirina qada cureyên xwe yên teknolojiyê, bi yekem otomobêla xwe ya elektrîkî daket bazara otomobêlî.

Xiaomi piştî Appleê bi yekem otomobêla xwe ya elektrîkî SU7, bû rikberê Teslayê

Midûrê Giştî yê Xiaomi Lei Jun di merasîma danasîna otomobêla Xiaomiyê de diyar kir ku modela standard a SU7 wê bi bihayê 215 hezar û 900 yuan (nêzîkî 29 hezar û 900 dolarên Amerîkî) bê frotin.

Kompaniya ku bi merasîma danasînê re hevdem bi ser înternetê dest bi firotina otomobêlên xwe kir ragihand ku di 27 demjimêrên destpêkê de 50 hezar siparîş wergirtine.

Di otomobêlên Xiaomi de guhertoya bi navê Max bi taybetmendiyên pêşkeftîtir heye.

Bihayê cureya SU7 Max 299 hezar û 900 yuan (41 hezar û 500 dolar) e.

Daketina Xiaomi ya bazara otomobêlên elektrîkî, di demeke wisa de bû ku rêjeya firotina otomobêlan a vê bazarê kêm bûye û di nav kompaniyên mezin ên cîhanê de şerê buhayên otomobêlan dest pê kiriye.