Ji Amedsporê re qedexeya temaşevanan hat

Ji Amedsporê re qedexeya temaşevanan hat

PeyamaKurd - Amedspora ku di lîga xwe de yekemîn e û berew şampiyoniyê ve diçe, beriya ku derkeve leyztika bi Fethiyesporê re, rastî qedexeya temaşevanan hat.

Biryara qedexeyê ji aliyê Lijneya Ewlehiya Sporê ya Parêzgeha Fethiyeyê ve hat.

Tîma fûtbolê ya parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de berew şampiyoniyê ve diçe, roja Çarşemê wê bibe mêvanê Nûnera parêzgeha Muglayê Fethiyesporê.

Amedsporê amadekariyên xwe temam kir û çû Muglayê, lê belê beriya leyztika gring, Lijneya Ewlehiya Sporê ya Parêzgeha Fethiyeyê, di derbarê leyztikê de biryareke ne ji rêzê da.

Lijneya Ewlehiyê beriya leyztika gring biryara qedexekirina temaşevanan a leyztikên deplasmanê yên Amedsporê da.

Li gel berteknîşandanê hezkiriyên Amedsporê ji vê leyztika gring li hêviya serkeftinê ne.

Ji aliyê din ve tîma Kastamonu 1966 ku qalek li paş lîder Amedsporê ye, wê li mala xwe Uşaksporê pêşwazî bike.