Tîma Jinan a Qamişlo bû şampiyona Sûriyê

Tîma Jinan a Qamişlo bû şampiyona Sûriyê

PeyamaKurd- Tîma Futbolê ya Jinên Qamişlo ya bi navê El-Hîlal li Rojavayê Kurdistanê, bû şampiyona Lîga Jinan a Sûriyeyê ya sala 2023-2024an.

Tîma Jinan El-Hîlal a bajarê Qamişlo 8ê Nîsanê li hember tîma Jinên Selemiyê bi encama 3-0 bi ser ket û cara yekem bû şampiyonê Lîga Jinan a Sûriyeyê.

Golên tîma El-Hîlal ji aliyê lîstikvanên tîmê Helez Hacî, Aye Mihemed û Dilnay Îsmaîl ve hatin tomarkirin.

Merasîma xelatkirinê ya piştî maçê bi awaz û stranên kurdî li yarîgeha El-Celaa a paytexta Sûriye Şamê birêve çû.

Tîma El-Hîlal cara duyem e ku beşdarî Lîga Jinan dibe û bêyî di ti maçekê de têk biçe, nasnavê şampiyoniya lîgê bidest xist. El-Hîlal di werzê borî de jî, pileya duyem wergirtibû.

Tîma El-Hîlal di sala 2018an de li bajarê Qamişlo hatiye damezirandin û tevî ku ew yariyên wê li derveyî Qamişlo tên lîstin, lê dîsa encamên baş bidest xistin.