image

PeyamaKurd – 12em Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê, îsal bi temaya “Kurdistana min” wê bê lidarxistin. Di festîvalê de, wê nêzîkî 100 filman bên nîşandan. Herwiha wê di derbarê sînemaya Kurdî de, gotûbêj bên kirin. Festîvala îsal, wê taybet be ji bo 20emîn salvegera FFKLyê.

12em Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê, bi sedema vîrusa Korona, wê di navbera 16-27ê Nîsanê de, bi awayekî onlîne pêk were.

Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê, yekem festival e ku weke “Festîvala Fîlmên Kurdan a Global” tê sazkirin. Li gelek welat û herêman, bi dehan fîlmên di derbarê Kurdan de wê bê nîşandan. Herwiha, temaşekirina fîlman wê belaş bin û temaya festîvalê wê “Kurdistana min” be.

Hêjayî gotinê ye, festîvalê ji xwe re kiriye armanc ku ji sala 2001î pê ve sinemaya Kurdan li Ewropayê û cîhanê bide naskirin. Festîval, ji aliye komeke xwebexş ve tê organîzekirin.