image

PeyamaKurd – Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Rob Waller, serdana bajaroka Amêdiyê ya bi ser parêzgeha Duhokê ve kir û 500 hezar dolar ji bo parastina Dergehê Badînan ê Keleha Amêdiyê ya dîrokî bexş kir.

Rob Waller, 500 hezar dolar ji bo parastina keleha dîrokî ya dîroka wê digihe 2 hezar salan bexşande qeymeqamiya Amêdiyê û got, “Armanc bexşandinê parastina şûnwarên dewlemend û çandî yên navçeyê ye.”

Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ragihand ku Rob Waller 15ê Nîsanê serdana Amêdiyê kiriye û ligel Qeymeqamê Amêdiyê Îsmaîl Mistefa Reşîd civiyaye û piştre jî serdana şûnwarên dîrokî yên Amêdiyê kiriye.

Rob Waller di serdanê de 500 hezar dolarên ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve bo Dergehê Badînanê hatiye bexş kirin pêşkeşî Qeymeqamê Amêdiyê kir.

Waller got: “Gelek kêfxweşim ku di nava xelkê qezaya Amêdiyê de me, ew xelkê ku di warê kulturî, siyasî û hunerî de beşdarî di dîroka dewlemend a navçeyê de kirine.”

Konsolê Amerîkayê diyar kir: “Ez li virim ji bo ragihandina 500 hezar dolar alîkarî bo nûjenkirin û parastina vê xezîneya şûnwarî. Ev beşek e ji rêzebexşandinên darayî yên Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê pêşkêş dike bo parastina şûnwarên dewlemend û kulturî yên navçeyê.”

Rob Waller da xuyakirin: “Tevî vê bexşandina darayî ya bo Badînanê, me piştgiriya xwe bo Keleha Hewlêrê, Muzexaneya Silêmaniyê, Peymangeha Kultura Kurd, Mezargeha Pêxember Nahûm, Perestgeha Laliş, Dêra Mar Gurgîs û çend projeyên din pêşkêş kiriye.”

Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê behsa rola Zanîngeha Kolombiya ya Amerîkayê di nûjenkirina Dergehê Badînan de kir û got: “Em şanazin bi hevbeşîkirina ligel Zanîngeha Kolombiyayê ku ev zanîngeh pir ji nêzîk ve ligel şûnwarnasên herî şareza yên li navçeyê yên weke Dr. Hesen û hevbeşê xwe yê xwecihî dixebite bo nûjenkirina vî şûnwarê girîng li gor pîvanên herî bilind ên navdewletî.”

Konsolxaneya Amerîkayê destnîşan kir ku ev alîkarî pireke nû ye ji bo bêtir bihêzkirina pêwendiyên navbera gelên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê.