image

PeyamaKurd- Di nava sînorê bajarê Xarpêtê de, li naçeya Sivrice, li Gola Hezarê bajarê binê avê heye ku hedefe wê bixin nava lîsta mirata UNESCO yê.

Ava Gola Hezarê di salên 1830an de bilind bûye û hemû jîngehên deverê di bin avê de mane. Xelkê jîngehê xwe ber bi jor de daye da av zerarê nede wan. Lê dema hinek av kêm dibe, mirov dibîne ku serê dêrekî bi ciyê zengila xwe ve xuya dike û dertê ser avê.

Şaredariya navçeya Sivriceyê sala borî seredan UNESC0 yê kir da bikeve nava lîsta mîratên dinayayê ya UNESCO yê. Niha li benda encama wê ya erêniye.

Heya niha di xebatên binê avê de berhemên ku yên dewra sedsala 11an mane hatine dîtin lê tiştên ku li der û dora Gola Hezarê hatine dîtin, diçe heya 4 hezar sal berê. Eger Gola Hazarê bikeve nava lîsta UNESCO yê, wê tûrîzma binê avê bipêş bikeve. Hetta dikarin di binê avê de bi tupan rê bibin da herkes karibe li binê avê bigere.

Xebatên şaredarê navçeya Sivrice di derbarê mijarê de dewam dikin.