image

PeyamaKurd –  Li Misirê, bajarekî mezin ji aliyê tîmeke şûnwarnas hat dîtin.  Bajar di rewşeke baş de ye, hemû dîwarên wî mane û odeyên wan bi alavên rojane tijî ne.

Şûnwarnasê li Zanîngeha Hopkins a Amerîkayê Betsy Brian diyar kir; dîtina bajarê winda yê Aten, piştî dîtina gora Tût Anx Amon duyemîn dîtina şûnwarîya herî girîng e.

Li gor şûnwarnasan, dîroka vî bajarî heta serdema Amon Hotepê Sêyemîn vedigere, ku berî zayînê di sala 1353 – 1391ê de desthilata wî hebû.

Fermangeha Şûnwarên Dîrokî yên Misirê da zanîn, dîroka wî bajarî vedigere heta 3 hezar sal berî niha.