image

PeyamaKurd- Emînê Qoserî an Emîn Yalçınkaya do li Îzmîrê, ji ber nexweşîna pankreasê li nexweşxanê bû lê dilê wî rawestiya. Emîn di salên 1980 yan de dest bi şanoyê kiribû û yekem şanoya ku tê de leyîstibû li Navenda Ciwanan ya Diyarbekir bû ku dika leystikê li Navenda Perwerde ya Gel bû lê bi Tirkî leyîstibû (Dallar Yeşil Olmalı).

Paşî di şanoya şaredariya Diyarbekir de bi hevalên xwe re di gelek şanoyan de leyîst. Mirov dikare bêje ku leystika yekem ya Kurdî ku li Diyarbekirê belkî li seranserê bakûrê Kurdistanê ku leyîst, Emîn tê de bû û yek ji rêvebiran bû. Herî dawiyê revebiriya hunerî ya şaredariya Diyabekir dikir. Dawiyê ji şaredariyê xaneşîn bû.

Şanoyên Kurdî ku tê de leyîstibû Çîrokekî Zivistanê, Mala Dînan, Mala Extiyaran, Kelemên Evînê, Hamleta Kurdî, Antîgoneya Kurdî û hwd bûn. Di nava wan de Mala Dînan û Mala Extiyaran sanaryoyên wî bûn û bi xwe serpereştiya wan kiribû. Sanaryoya Zembilfiroşê jî ew nivîsandibû û wê derhênerê sinema ya Tirkiyê Atif Yılmaz bikira fîlm lê paşî bi sedema şert û mercan nehatibû çêkirin.

Mixabin nexweşînê dev jê berneda û do li bajarê Îzmîrê di nexweşxanê de koça dawiyê kir. Cenazê wî dê îro piştî nîvro li Goristana Yeniköy ya Diyarbekirê bispêrin axa sar.

Bo Kurda û şanoya Kurdî wendayiyeka mezin bû. Li bîra herkesê wê demê ye, dema di salên 90an de, li ser dika şanoya şaredariya Diyarbekirê çawa bi sedema xîtabeta bi zimanê Kurdî, polîsên siyasî li pişt dike jê re gotinên nexweş digot û çêrî wî dikirin û wî tehdîd dikirin.