image

PeyamaKurd- Rêxistina dewleta Tirkiyê ya karen avê bi sedema ku li Batmanê li navçeya Heskîfê bendavê ava dike û berhemên dîrokî dê di binê avê de bimînin, wan berheman neqlî arkeoparkê dike.

Yek ji wan berheman jî hamam Artûkiyane ku di bin avê de dimîne. Hemam bi temamî wê bibin parka arkeoyê. Giraniya hemamê bi temamî hezar û 500 ton e. Ciyê parka ku wê bibinê ji ciyê hemamê û niha 3 km dûr e. Koda ciyê nû bi qiyas ya ciyê kevin 70 metre bilind e.

Rêvebirên DSİ (Rêxistina karên dewletê) dibêjin ku ew bi egera berpirsiyariya xwe tevdigerin; li aliyekê bo geşepêdana çavkaniyên avê dixebitin û li aliyê dinê bo parastina berhemên dîrokî û çandî bi hezir xebata xwe dikin.

Tirba Zeynel Beg jî di sala 2017an de di 12 ê gulanê de, tevî ku 540 salî bû, karibûn bi temamî wê neqlê ciyê wê yê nû bikin.