image

PeyamaKurd - Hunermenda Kurd a hemwelatiya Almanyayê Hozan Canê ku dema xebatên hilbijartinan ji bo piştgiriya HDPê hatibû Tirkiyê û li Edirneyê hatibû girtin, 6 sal û 3 meh ceza xwar.

Hozan Canê ku bi çend tawanên cuda dihat dadgehkirin, di danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a Edirneyê de, bi 6 sal û 3 mehan ji endamtiya rêxistinê hat sizadan.

Canê ji bo hilbijartinên 24ê Hezîrana 2017an ji bo beşdarî çalakiyên hunerî yên xebatên piştgiriya HDPê yê hilbijartinan bibe hatibû Tirkiyê.

Hozan Canê bi karê mûzîka Kurdî re mijûl e, 23 sal in li Almanyayê dijî û hemwelatiya wî welatî ye.

Hozan Canê ku cezayê endamtiya rêxistinê lê hat sepandin, ev nêzîkî salekê ye li girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê dimîne.