image

PeyamaKurd – Li temamê dibistanên Tirkiyê de heya sala 2013 an sonda bi navê ‘sonda me’ her sibeh dihat xwendin lê hukumeta wê wextê, wê sondxwarinê ji qanûn derxistibû. Hinek kes an dezgeh car din bo xwendina wê seredana dadgeha bilind ya Tirkiyê ya îdarî Daniştayê kiribûn da heman sond bê xwendin. Lê vê carê dadgeha îdarî ya herî bilind ya Tirkiyê Daniştay, biryara dawî da û got ku dê ew sond nema bêxwedin.

Biryar di Daniştayê de li hemberê 4 dengên erênî bi 11 dengan hat redkirin û nema di dibistanan de ew sond bê xwarin.