image

PeyamaKurd- Gotina dengbêj Fadil Cizîrî bû: Kes li dengbêjan xwedî dernayê. Dengbêj Fadilê Cizîrî ku bi kilama “Heyran Jaro” di herêmê de deng dabû, duhî koça dawiyê kir.

Fadilê Cizîrî di sala 1962an de li gundê Salatûniya ser bi Silopiya ve hatibû dinyayê. Dengbêjiya xwe ji diya xwe Sêvê hildabû ku hêj temenê wî 14 bû. Di sala 1992an de li Cizîrê di şaredariyê de dest bi kar dike. Ji heman karî teeqawud dibe. Ev 7 sal bû ku bi nexweşîna Parkinsonê ketibû.

Fadilê Cizîrî gelek destan, kilam, qewl û payîzokan dizanibû û ew bi xwe jî kilaman çêdikir. Ew ji karbidestan bi gilî û gazin bû. Ji ber ew dizanibû rola dengbêjan di nava dîrok û civata Kurdî de çendîn heye û karbidest li wan xwedî dernayên.