image

Peyama Kurd- Li bajarê Wanê li Kela Çawûştepe, di sehayeka ku dîroka wê diçe heya 2 hezar û 750 salan, nîşanên ku Ûrartûyî çawa miriyên xwe vedişartin derkete holê.

Kela Çawûştepe di sala 750an ya berya zayînî de, ji aliyê qralê Ûrartûyan di dewra II. Sardurî de hatiye avakirin ku dike 2750 sal berê. Xebatên di kelê de ji aliyê Zankoya 100. Yıl ê ve tên kirin. Xebata kelê îsal jî dewam dike.

Ûrartûyî bi 4 awayan miriyên xwe defin dikirin. Di xebatên Kela Çawûştepe ya Wanê de ev adetên han bi endazyariya goran ve hatin dîtin. Di ya ewilî de mirî tê şewitandin û xweliya wî dixin kûpekî û defin dikin. Ya duyem ew e ku mirî adetî dixin gorê. Di ya sêyem de weka sindoqê gor tê çêkirin û mirî dixinê. Ya çarem jî ew e ku mirî dixin odeyeka ji kevirên mezin çêkirî û dibe odeya mezel.

Li Çawûştepe di goran de, tê dîtin ku xişrên mirî, jin an mêr ferq nake, bi cenazê mirî re dixin nav gorê. Ji eşyayên mirî, ji xemla wan statuya wan diyar dibe. Dema mirî bi eşyayên xwe ve tên veşartin, ev tê wateya ku baweriya wan bi dinya dinê heye. Ev nîşaneya wê ye ku li dinya dinê, wê jiyana xwe car din bidin dewamkirin.